Şahê dengbêjîyê: Evdalê Zeynikê

 


Mezinatîyên me serbilindîya me ne

Evdalê Zeynikê di stranên xwe de xwe wek Siwarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike

Lê Temo kî ye?

Evdalê Zeynikê di koçberiya xwe de, zarokekî di nav pêçekê de li ser rê dibîne. Pêçeka wî ji erdê radike, hembêz dike û bi xwe ra dibe. Navê Temo lê dike, wek lawê xwe mezin dike û wî ji zarokên xwe venaqetîne. Da ku Temo xwe sêwî nebîne.

Evdal di dema kaltîya xwe da nexwaş dikeve û di çavan da mehrûm dibe. Temo bi destê wî digre, jê ra dibe çav û ling û wî digerîne. Bi çavên xwe yê kor di havîn û zivistanê de qulungeke bask şikyayî xwedî dike.

Li ser korbûna xwe di straneke xwe da bang li Temo dike û wiha dibêje:

 

“Evdal digo Temo lawo bavê te kor e, de wî wî Evdal kor e

Ez dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûm, kes nabê kerem bike were jor e

Tu rabe bi destê min bigre, min bavêje ser Ocaxa Şêx Bekirê Sor e

Ew xatekî mezin e, bila gilî gazinê min bibe bigihîne Dîwana Rebê jor e

Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar, dilêm yar yar, dilêm yar yar…“

 

Roj tê bi awayekî ronîya çavê Evdal lê vedigere û Evdal weke berê pêşîya xwe dibîne. Tê gotin ku bi dîtina Evdal re baskê qulingê yê şikestî jî baş dibe û ew jî difire.

Evdal kî ye?

Evdal di destpêka salên 1800î de li Serhedê hatiye dinyayê û di sala 1913an de koça xwe ya dawî kirîye.

 

¤¤¤

Hêjayî gotinê ye, ku mamosta û nivîskarê kurd Haluk Agrîn bi çend hevalên welatparêz ra tevayî cîyê gora Evdalê Zeynikê tesbît kirin û Komeleya ser navê wî damezirandin.

Tablo ya Rebwar K Tahir

Riataza


 RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com