Kultur bi nivîskî an bi devkî?

 

Em hemî baş dizanin ku kultura me kurda gelek dewlemend e, lê mixabin ji nivîskî bêtir bi devkî ye. Hêj nû nû hinek nivîskar dest avêtinê û dinvîsînin, lê dîsa mixabin pirrên nivîskaran bi tiştên rojane re mijûl dibin, an jî bi nivîsên siyasî re.

Gelek ji kesên ku dinvîsinin hene tenezulê xwe û nivîsên kulturî nakin wek pêkenî, nifirên kurdi, çîrokên kurdî, sitranên kurdî, (sitranên govendê an yên klasik). Bi taybetî gelek sitranên kurdî yên govenda di van demên dawîn de wenda bûn. Jiber ku dengbêj û hunermendên me dev ji wanên kevn berdan û bi yên nû ve mijûl bûn. Bi min sedemên vê gelek in, lê sedema herî mezin ew bû ku bi van sitranên xwe yên nû xwe bikin çavên hinekan û di televizyon û radyo û meş uwd. da werin dîtin, navên wan belav be û bên naskirin. Boy vê jî, ji sê sitranan dudo an liser serokan, an liser partizanan, an liser rêxistina ne!

Dema mirov difikire herwekî ku di welatê me û di diroka me da ev tenê hene! Belê ku serok bimrin û partî jî xwe fesix bikin wê demê qiymeta sitranên wan jî namînin, an jî ku partî û serok ji wan aciz bin, sitranên wan diçin sergo!..

Bi min herçi tiştên di kultura me de hene hemî werin nivîsandin baştir e, lewra milletek bi kultura xwe ancex dijî. Ew kultura baş an nebaş be jî, kultura mirova ye, pewist e mirov wê kulturê jibîr neke, lê ku hinek exlaqên nebaş bin pewîst nîne ku mirov wan pêkbîne. Wek mînak ez bêjim, "nifirên kurdi." Tê bîra min ku carnan dê û bav an hinek mezin ku ji zarokan acizbana li wan nifir dikirin, wek digotin sitûyê te bişkê, an pişta te bişkê, bextê te bireş be, dilê te ne rehet be uwd.

Her wiha stranên berê di govenda da digotin jî gelek xweş bûn. Dema min xwe gihandê (di salên 66-70'an de) şahiya gunda gelek xweş bû. Dema daweta malbatekê heba 7 şeva li mala wan govend digirtin. Gelek kes malên wan biçuk bûn govend di goman de dilîstin. Gom wek salonên dawetên îroyên bûn. Pez li şevînê (*) bû, gom vala bûn, mezin û biçûka destê hev digirtin govend xweş û geş dibû. Carnan dibûn 2-3 grub, hinekan digotin û hinekan jî li wan dizvirand, her wiha govendê pirrên caran heta sibê didomand.

Me zarokan jî li mezina dinhêrî û stranên wan ezber dikirin.
Rojekê xortek ji Muşê hatibû gundê me dawetekê. Navê wi nay bîra min niha lê demek şûnve di navbera malbata wan da nexweşi çêbû û kurapê wî ew kuşt. Wi camêrî sitranek nû got, an ji me re nû bû, lewra wê sitranê ta wê rojê ji gundiyên me kesî negotibû. Sitran niha tev nay bîra min lê wî çawa got wê demê me zarok û xortan hima ezber kir. belku me wek wî xweş nedigot, lê piştî ku ew 
çû dor hatibû me.
Ez dixwazim vê sitranê binvîsim û ger ji xwendevanan hinek temamiya sitranê bizanibin û ji me ra bişînin ez gelek dilxweş dibim, daku ev sitran jî, ji kultura me ye û naxwazim wenda bibe.

Stran wiha bû.

Yar bêzar bêzar bêzarê
Xorta çavên belek xwarê 
çş

Bêzar kevoka ser reş e,
Yar bêzar bêzar bêzarê
Bêzar kevoka ser reşe,
Xorta çavên belek xwarê

Ha liser xaniya û çu liber deriya,
Yar bêzar bêzar bêzarê
Ha liser xaniya lê hûr dimeşe
Xorta çavên belek xwarê

Ez radmîsim lê ez radmîsîm
Yar bêzar bêzar bêzarê
Ez radmisim keçka çavreşe
Xorta çavên belek xwarê

Bêzar kevoka sipî ye,
Yar bêzar bêzar bêzarê
Bêzar kevoka sipî ye
Xorta çavên belek xwarê

Ha liser xaniya û çu liber deriya
Yar bêzar bêzar bêzarê
Ha liser xaniya lê çû daniye
Xorta çavên belek xwarê

Ez radmîsim lê ez radmîsîm
Yar bêzar bêzar bêzarê
Ez radmisim keçka cindîye
Xorta çavên belek xwarê

M.Nureddin Yekta
10.03.2007
------------------------------------------------------------------------------------------
(*) Şevîn; dema pez êvara nay mal û li derva dimîne, rojên germ şivan pez naynin mala, ji vê re şevîn tê gotin.