Çend Gotin Li Ser Xwarin û Vexwarinê

 

Xwarin; ji bo ku mirov jiyana xwe bidomîne tişta herî lazim e. Mirov bi saya xwarin û vexwarinê zindî dimênê. Ji bo ku laşe mirov li ser xwe bimênê pêwistîya bi vîtamîn, dohn, enerjiye heye. Ev tişte ku navborîn dinav xwarinan de hene. Her xwarin an vexwarin ji bo gihaştin û qewînbûna laşe mirov dinav xwe de tişte ji bo laş an ku bedena mirov re lazime dihewenê. Bi gotineke dî ji bo jiyane, xwarin û vexwarin piştî hawaye tişta herî giring e.

Xwarin, her çiqas tiştekî biyolojik bê jî bi qasî ku can dide mirovan çandeke jî bi xwe re avadike. Xwarin, beşek ji çanda mirovan e. Dema em dibejin xwarin an vexwarin tene ew tişte ku ji sirûştê û nebat û heywanan te naye femkirin. Bi xwarin û vexwarine re, peydakirina malzemeyên xwarinê, çekirina xwarine, amadekirin an avakirina sifra xwarine, rûniştina li ser sifre, destpêka xwarine, alavên li ber xwarine, komkirana sifra xwarine bi tevahî çanda xwarine avadikin.

Wek dî bandora coxrafyaye jî li ser xwarinên mirovan hene. Mirovên ku li ber deryaya jiyana xwe didomin çêtir bi xwarinên masî û cûreyên masîyên ku ji deryayê derdikevin dixwin. Mirovên ku heywanan xwedî dikin an ku debara xwe bi haywanvanîye dikin xwarinên wan bi cûreyên goştê heywana têne çêkirin. Mirovên ku çandînîye dikin behtir xwarinên bi sebze û giya anku nebatî çêdikin.

Wek dî bandora dîn jî li ser xwarin û vexwarinên mirovan heye. Wek ku di dînê Îslame de xwarina goşte beraza herame/qedexeye di nav xwarinên cîhana îslame de ew cûre goşt naye dîtîn. Ji ber ku Kurd jî giredayî dînê Îslamê ne li ba kurdan vexwarina arak û xwarina goşte beraz di çanda xwarin û vexwarina kurdan de nîne.

Kurd netewekî ku li ser axa Mezopotamya dijîn. Ji ber ku Mezopotamya malzarokatîya gelek şaristanî û netewan kiriye, çandeke hevpar derketîye meydanê. Bi gotineke dî şaristanîyan ji hev sudwergirtine. Ev jî tiştekî sirûştîye. Kurdan jî li gor şertên coxrafî û dîrokî çandeke xwarine avakirine. Ev çanda xwarine jî Kurdan, ji netewên dî cûda dike. Lê ji ber ku kurd li ser coxrafyayeke fireh biceh bûne, cûdahîya çanda xwarine heye. Her herem li gorî mercen xwe cûreyên xwarine derxistine meydanê. Ji bo ku welatê kurdan dinav dewletên cûda de hatiye parvekirin, nave xwarinan jî ji hev cûda bûne. Her çiqas xwarin yek jî be lê nav hatiye guhartin.[1]

  1. Pênasa Xwedîkirinê (Xwarin û Vexwarin)

Ji bo ku bedenan mirov bi awayekî tendûristî jiyana xwe bidome, pewistî bi xwarin û vexwarinên ku ji heywan û nebatan û sirûştê çedibin dibe. Ji bo tendûristîya bedene hemû xwarin û vexwarin bi navê xwedîkirin tê navkirin. Xwedîkirin ji bo ku laş zindî bimene tevgereke mecbûrîye. Wek tê zanîn dinava xwarin û vexwarinan de karbonhîdrat, proteîn, rûn (dohn), vîtamîn, av û mineral hene. Ev na tendûristîye an ku zindîtîye didin bedena mirovan. Bi vî awayî xwarin û vexwarin dibe çalakîyeke biyolojik. Ji xwe biyolojî zanista ku li ser zindîya dirawestê.

Di vir de dema ku emê bê xwarin dibe her cûreyên ku mirov dixwe û vedixwe bê bîra mirov. Ji bo vena ye ku ji bedêla bejeyên xwarin û vexwarine emê tene têgeha xwarinê bikarbenin. Ji xwe xwarin dinava xwe de vexwarine jî dihewenê.

  1. Adanên Ku Ji Xwarinan Dertên[2]

2.1. Karbonhîdrat:

 

Tiştê wekî meqarne, girar, nan vejenê (enerjîyê) pêk tînin û mêjerek zêde karbonhîdratê di hewirînin. Karbonhîdrat xurekên bingehînin. Evna di laşê mirov de di demeke kin de diveguherin vejenê.

2.2. Proteîn:

Proteîn di bedena mirov de wezîfeya avakarî û selihandinê (tamîrbun ê) dikin. Ji bo mezinbûnê, gihiştbûnê, başbûna birîna, başbûn û parastina bedenê li hemberî mîqroban pêwistî bi proteînan heye.

2.3. Rûn:

Karên zêde vejenê dixwazin kû em dikin vejen a kû em ji karbohîdratan distînin kêm dimîne. Di rewşê wilo de pêwîstîya kû em ji wejenê dibînin ji çavkanîyeke din ya vejen ê ji rûn tê temîn kirin. Rûn ji nebat û sewalan (heywanan) tê bi dest xistin.

2.4. Wîtamîn:

Wîtamîn di bedena me de wezîfa sazgêrîyê dikin. Bedena me ji nexweşîya diparêzin. Ji bo jiyanek bitenduristî pir girîngin.

2.5. Av:

Ji bo zindîyan berdewamkirina bizavên jiyanî, girîngiya avê pir mezin e. Kêmzêde ji %70’yî bedena me av e. Di bedena me de av wezîfeya sazgêriyê dike.

2.6. Mîneral:

Mîneral di bedena me de wezîfeya sazgêriye dikin. Em mînerala bi xwarin û vexarinan re distînin.

  1. Bandora Xwarinê Li Ser Tendûristîye

Tendûristî û xwarin bihev re giredayîye. Ji ber ku tentûristî bi karbonhîdrat, proteîn, rûn (dohn), vîtamîn, av û mineralên ku ji xwarinan dertê ve giredaye. Naxwe em dikarin bi rehetî bibejin ku tendûristî çi erenî çi neyînî bi xwedîkirina me an ku bi xwarinên me ve giredayî ye.[3]  Qewînbûna an lawaz bûna laşe mirov bi xwarina mirov re giredayî ye. Bi gotineke dî ji bo jiyaneke bitendûristî û ji bo jiyaneke ku bênexweşî dibe mirov li xwarinên xwe baldar bê. Her çiqas ev xwarin ji hela karbonhîdrat, proteîn, rûn (dohn), vîtamîn, av û mineralan ve hêzeke bide mirov ji kêmbûn û zêdeyîya wan jî xisarê dide bedena mirov. Dema bedena mirov nexweş ket pê re jiyana civakî û jiyana psikolojik jî xisarê dibînê. Naxwe em dikarin bibejin ku ji bo jiyaneke civakî ya hêja dibê tendûristîyeke baş jî hebê.

Xwarin raste rast bandoreke mezin li ser tendûristiye dike. Ji xwe ji bo jiyanê xwarin mecburîye. Said Nurî bandora xwarinê ya li ser tenduristîye li ser navê Îbnî Sîna wiha dibejê; ‘Eflatûnê filozofê Îslamê, şexê bijijka, hostaye filozofa, hişmend û namdar Ebû Elî Îbn-î Sîna, tenê di nuqta tenduristîye de; ayeta Bixûn, vexûn, lê belê îsraf nekin. (Suretê Eraf : 31) wuha şirove kiriye. Dibejê; zanîna tenduristîye ez di du reza da berhev dikim. Bedewbûna gotinê di kurtasîye de ye. Dema te xwar hindik bixwe, piştî ku te xwar heta çar-penç seata tiştekî nexwe. Derman di xwarin serfandine de ye. Yanî biqasî ku tu dikarê biserifenê bixwe. Ji nefs û aşik re tiştê herî giran û nebaş xwarin li ser xwarine ye. Yanî ji bo bedena mirov tiştê herî nebaş heta çar-penç seat derbasnebûyî xwarin li ser xwarinê xwarine û ya ji bo tahmê xweş bi xwarinen cûrbecûr aşik tişikirine.’[4]

  1. Bandora Xwarinê Li Ser Tevgerên Mirovan

Îbnî Haldûn di pirtûka xwe ya navdar de li ser mijara xwarin û tevgerên mirovan dirawestê. Li gorî Haldûn xwarin bandoreke mezin li ser jiyana mirovan ya derûnî û ehlaqê mirovan dike. Haldûn mirovan dixê sê beş.

  1. Mirovên ku li deverên çiya, çol û ziwa dijîn; mirovên ku li van dera dijîn zîrek, çalak, jêhatî, bitevger in. Bedena wan paqij e. Têgihiştina wan zedeye. Ev mirov hindik dixûn û ji bo ku xwarinê bidestbixin gelekî dixebitin.
  2. Mirovên ku li deştên bibereket dijîn; mirovên ku li van deran dijîn ji ber ku xwarin geleke kêm dixebitin. Ev mirov qelew û teral in.
  3. Mirovên li bajaran dijîn, mirovên ku li van deran dijîn ji ber ku xwarine bihesanî bidestdixin bedena wan nazik û tenik e. Bi vî awayî derûnîya wan jî nazik e. Ji ber venaye ku gelê bajaran bi hûnerê ve daketîne.[5]

Li gorî van tesbîtên Haldûn kurd dikevin asta yekemîn de. Ji ber ku kurd bi taybetî çîyayî ne bedena kurdan jidahîye, zîrek û xebatkar in. Ji ber ku bedena wan saxlem û hişke ev bandorê li ehlaqê kurdan jî dike.

 

Mêrdîn, 2015

[1] Nûpelda, Di Çanda Kurdî De Xwarinên Kevneşopî, Mêrdîn, 2014

[2] Seyîd Bênav, Naverokên Adan Û Wezîfên Wan, Zanîngeh, j. 1., Puşber, 2011

[3] Abdil Wehab Hajî Mahmoud, Zanistîya Tenduristîya Gel, Weşanên Zanîngeh, Mêrdîn, 2013

[4] B. Saîd Kurdî, Rîsala Aborîye, wer. Dilazad, Weşanên Zanîngeh, Nisêbîn, 2010

[5] Hayatî Beşirli, Yemek, Kültür ve Kimlik, r. 160, Milli Folklor, 201010155318_1412436815689279_4280362835916135425_n

Photo by Dilazad ART