Di Çanda Kurdî De DAWET

 

 Dawet beşeke gelekî girînge ji beşên çanda gelan. Ji ber ku dawet destpêka avakirina malbatake nûye di hemû çandê cîhanê de cihekî girîng digrin. Dawet rengên netevane. Ji ber vena ye ku bi hezaran salaye dawetên gelê me li cîhanê dengvedane. Bi listikên xwe, bi edetên xwe, bi kevneşopîyên xwe, bi stranên xwe, bi cil û bergên xwe dawetên kurda di çanda cîhanê de cihekî rengîn ji xwe re girtîye.

            Lê mixabin roj bi roj ev rengên kurdî ji nav dawetên me dirabin. Li kem devera dawetên ku behna kurdî ji wa tê mane. Li bajarên kurda ti cûdatî dinavbera dawetên cîran de an dawetên ewropîyan û ê kurda nemane. Dawetên ana li salonên daweta çêdibin. Bûk û zavê dixine mîna qeşmera. Ew giranîya bûk û zavê ji rûyen wa hatîye avetin. Ji bedela govendên me dansên bîyanî ji xwe re xistine edet. Dema ku mirov ji dûr ve li dawete kurdê îro temaşe dikê ti rengê kurd û kurdîstanî nabînê. Ne stran stranên kurdîne ne cil û berg ê kurdîne ne listik ê kurdîne…

Di vê lêkolînê de min xwest ez dawetên bi rengê kurdistanî bi we bidim naskirin. Min nexwest ev çanda rengîn wundabibê. Ez dizanim tiştê hate nivîsandin nayê wundakirin. Bi vê armancê min ev nivîs nivîsand. Di serî de ji bo alîkarîye ji dayîka xwe Latîfa re duvre jî ji xaltîka xwe Asya re spasîyên xwe pêşkeşdikim.

 

Hin Edetên Dawetên Me

 DARİKÊ ZAVÊ: DAREKE Bİ GELEK ŞAX Û Bİ ŞEKİR Û Bİ XİRXİRKA XEMİLANDÎ. DEMA KU BÛK GİHAŞTE MALA ZAVÊ, DARİKÊ ZAVÊ Lİ SERÊ BANEKÎ DİHİLWEŞANDİN. EW ŞEKİR Û XİRXİRKÊ KU HİLWEŞÎYAN Bİ COŞEKE MEZİN DİDAN HEV.

 SEVÎLKÊ BÛKÊ: NAVA SEVÎLK Bİ ŞEKİR Û Bİ PERÊ HÛR TİJİDİKİRİN. DEMA KU BÛK GİHAŞTE MALA ZAVÊ Lİ BER PÎYE BÛKÊ DİŞKANDİN. ZAROKAN XWE DAVETİN ŞEKİR Û PERA.
 PİŞT DÊRÎ: DEMA KU BÛKÊ Jİ MALBAVAN DERDİXİN Jİ REXÊ NASÊ BÛKÊVE DERÎ DİGRİN. Jİ BER KU DERÎ VEKİN Jİ ZAVA DİRAVAN DİXWAZİN. HETA ZAVA PERA NEDÊ DERÎ LÊ VENAKİN.
 

 SERSEBET: DEMA KU RİHALÊ BÛKÊ DİBİN MALA ZAVÊ, MİROVEK Lİ SER SEBETA BÛKÊ DİRÛNÊ Û Jİ BARKÊŞA DİRAVAN DİXWAZÊ. HETA DİRAVA BİDEST NEXİN NAHÊLİN KU SEBETA BÛKÊ Jİ CİHÊ WÊ WE RÊ RAKİRİN.

 ŞAKALA (PÊLAV) BÛKÊ (Jİ BO KU BİDİN ZAVÊ):  Jİ BO XELAT Jİ ZAVA BİSTENİN PÊLAVA BÛKÊ DİBİN Jİ ZAVÊ RÊ. ZAVA JÎ Jİ BEDELA PÊLAVA BÛKÊ XELATEKÊ DİDÊ KESÊ KU PÊLAV ANÎYE.

 DESMALKA ZAVÊ (Jİ BO KU BİDİN BÛKÊ):  Jİ BO XELAT Jİ BÛKÊ BİSTENİN DESMALKA ZAVÊ DİBİN Jİ BÛKÊ RE. BÛK JÎ Jİ BEDELA DESMALKA ZAVÊ XELATEKÊ DİDÊ KESÊ KU DESMALK ANÎYE.

SERDOŞEK:  XELATA KU DİDİN KESÊN KU DOŞEKA BÛK Û ZAVÊ DİRÛTÎYE.

 

Kevneşopîyên Dawetan

– CİRÎD
– KAHRÊ AZİBA
– MEWLÛD
– HİNAKİRİNA DESTÊN BÛK Û ZAVÊ
– Lİ BER PÎYE BÛKÊ ŞİKANDİNA QEDEHA

– Dema ku bûk ji mala bavê xwe derdikevê ji hêla bav an birayê wê ve qurdelaya sor sê cara li bejna bûkê tê girêdan û tê vekirin. Cara dawî giredayî dimênê.

– Rêgirtin ji rexê zarokan ve ji bo siwarêyen bûk û zavê

– Zerfa Dirava

– Belavkirina hinê li keçika

– Xelatkirina bûk û zavê

– Sersibehîya bûkê

 

Listikên Dawetan

 

Delîlo

Govend

Hurîzî

Sêgavî

Çargavî

Milanî

Çelpik

Şêxanî

Bagîyê

Şemamê

Bablêkan

Şêrîzdîn

 

Stranên Dawetên Me

 

Kî Zava Kî Zava

 

Zerî zavana lo zerî zavana

Wey (navê zavê) zavaye lo (navê zavê) zavaye

Zavakê şêrîn birane wey zavakê şêrîn birane

 

Ne bêje min nabe wey lo (navê zavê) ne bêje min nabe

Sehê naçê tavê wey sehê naçê tavê

Reşkula mala bavê wey reşkula mala bavê

(nave bavê zavê) xelat e wey (nave bavê zavê) xelat e

Şev reş e neçe civatê lo (navê zavê) şev reş e neçe civatê

 

Kî zava kî zava (navê zavê) bejin zirave

Kî bûke kî bûke (navê bûkê) hine li neynûke

Kî berbûlî kî berbûlî (navê xwişka zavê) di cîde werbê

Kî xêlî kî xêlî (navê biraye zavê) tifing bi têlî

Kî nanpej kî nanpej (navekî nêzîkî zavê) tilî dirêj

Kî firaxşo kî firaxşo (navê keçikekê) çenk dirêj

Kî cilşo kî cilşo (navê keçikekê) dest şûnik

 

* Ev stran li ser bûk û zavê tê gotin Ev stran bi awaye ku lihev vegerenin tê gotin. Stranbêj rêz bi rêz dibejê duvre gohdervan dubare dikin. Bi çelpika forma wê tê girtin.

 

 

Kekêmino Zava

 

Şam û Heleb, Diyarbekir kekêmino zava

Şam û Heleb, Diyarbekir ser xêrê bê zava

Min bazara bedlête kir kekêmino zava

Min bazara bedlête kir ser xêrê bê zava

Min jibîrkir ûtî nekir kekêmino zava

Min jibîrkir ûtî nekir ser xêrê bê zava

 

 

Şam û Heleb, Diyarbekir kekêmino zava

Şam û Heleb, Diyarbekir ser xêrê bê zava

Min bazara qundira te kir kekêmino zava

Min bazara qundira te kir ser xêrê bê zava

Min jibîrkir boyax nekir kekêmino zava

Min jibîrkir boyax nekir ser xêrê bê zava

 

Şam û Heleb, Diyarbekir kekêmino zava

Şam û Heleb, Diyarbekir ser xêrê bê zava

Min bazara hamawîya te kir kekêmino zava

Min bazara hamawîya te kir ser xêrê bê zava

Min jibîrkir reşî nekir kekêmino zava

Min jibîrkir reşî nekir ser xêrê bê zava

 

 

Şam û Heleb, Diyarbekir kekêmino zava

Şam û Heleb, Diyarbekir ser xêrê bê zava

Min bazara gomlekê te kir kekêmino zava

Min bazara gomlekê te kir ser xêrê bê zava

Min jibîrkir qulpik nekir kekêmino zava

Min jibîrkir qulpik nekir ser xêrê bê zava

 

* Ev stran li ser zavê tê gotin Ev stran bi awaye ku lihev vegerenin tê gotin. Stranbêj rêz bi rêz dibejê duvre gohdervan dubare dikin. Bi çelpika forma wê tê girtin.

 

HİNE
HİNE HİNE SED Û Dİ CARA HİNE

Hinê di teştêkin

Destê bûk û zavêkin

Hine ji hina musilê

Anîn bi elba hasilê

Lêkin destê sorgulê

 

* Ev stran li ser bûk û zavê tê gotin Ev stran bi awaye ku lihev vegerenin tê gotin. Stranbêj rêz bi rêz dibejê duvre gohdervan dubare dikin. Bi çelpika forma wê tê girtin.

 

 

 

XERÎBÎYÊ

 

Xerîb xerîbîyê

Çola Bişerîyê

Xwelî li serê te zêrîyê

 

Xerîbka Xwedê me

Dara devê rê me

Hesreta mala bavê me

 

Xerîb here were

Çêke tayij û bere

Taştê bixwe dîse here

 

Xerîb çûye dara

Li xerîb bûya evara

Werîs lê biwa mara

 

Xerîbka azmana

Sabunka gizwana

Li ser serê gundî û cîrana

 

Xerîb ez bi gorî

Teşta tijî morî

Xerîb çûya taxa jorî

 

* Ev stran li ser bûkê tê gotin. Yek kes dibejê û ê dîn bi çelpika ritma wê digrin.